Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 91

Îsa ji Mirinê Rabû

Îsa ji Mirinê Rabû

Paşî mirina Îsa, merivekî dewletî, navê wî Ûsiv bû, çû bal Pîlato û îzin xwest, wekî bedena Îsa ji stûnê peya ke. Ûsiv bedena wî bi rûnê bînxweş rûn kir, pê kitan kefen kir û bedena wî danî tirba teze. Û derê tirbê pê kevirekî mezin dada. Serokên kahîna gotine Pîlato: “Em ditirsin, wekî yek ji şagirtên wî dikare bedena wî dizîva bive û bêje, wekî ew sax bûye”.

Sê roj paşî mirina Îsa, çend kulfet hatine ber tirba Îsa û dîtin, wekî derê tirbê vekirî ye. Melek hindurê tirbêda bû û ewî gote wan: “Netirsin. Îsa ji mirinê rabûye. Bêjine şagirtên wî, wekî herine Celîlê û rastî wî bên”.

Meryema Mejdelanî leze-lez çû cem Petrûs û Yûhenna. Ewê gote wan: “Cinyazê Îsa birine!” Petrûs û Yûhenna berbi tirbê revîn. Wana dît,wekî tirb vala ye û paşda vegeriyane malên xwe.

Çaxê Meryem paşda vegeriya tirbê, ewê du melek hindurê tirbêda dît, û gote wan: “Cinyazê Îsa hildane û ez nizanim wî birine kîderê”. Nişkêva Meryem merivek dît û fikirî, wekî ew baxçevan e û ji wî pirsî: “Xayê min, hergê te bedena Îsa hilda ye, bêje min, te wî daniye ku”. Lê gava ewî got, “Meryem!” ewê pêra-pêra fem kir, wekî ew Îsa ye. Ewê bi dengê bilind got: “Dersdar!” û wî hemêz kir. Îsa gote wê: “Here bal birên min û bêje wan, wekî te ez dîtime”. Hema wê demê Meryem rabû çû bal şagirta û got, wekî ewê Îsa dît.

Wê rojê du şagirtên Îsa ji Orşelîmê diçûne Emwasê. Rêva merivek nêzîkî wan hat û pirsî, ku ewana derheqa çi xeber didin. Wana gote wî: “Lê te derheqa wê yekê nebihîstiye? Sê roj pêşda serokên kahîna Îsa dane kuştinê. Lê niha çend jin dibêjin, wekî ew sax e!” Ewî got: “Hûn baweriya xwe pêxembera naynin? Wana pêşda digot, wekî Mesîh wê bê kuştinê, û paşê wê bê saxkirinê”. Ewî destpêkir derheqa Nivîsarên Pîroz wanara şiroveke. Gava ewana hatin Emwasê, şagirta ji wî merivî lava kirin, wekî tevî wan bimîne. Wedê nan-xwarinê, kengê ewî nan hilda û dua kir, şagirta fem kir, wekî ew Îsa ye. Û nişkêva ew unda bû.

Du şagirt paşda vegeriyane Orşelîmê bal şagirtên din û gilî kirin her tişt çi ku qewimî. Wê malêda kîderê ewana top bibûn, nişkêva Îsa hate xweyanê. Şagirta pêra-pêra fem nekirin, wekî ew Îsa ye. Û Îsa gote wan: “Hela destê min binihêrin û destê xwe bidine min. Çawa hatibû pêxembertîkirinê, Mesîh ji mirinê rabû”.

“Ez im, rê, rastî û jiyîn. Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhenna 14:6).