Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 93

Îsa Vedigere Ezmana

Îsa Vedigere Ezmana

Celîlêda, Îsa rastî şagirtên xwe hat. Ewî temiya ferz da wan û got: “Herin û hemû mileta hîn kin. Ew temiyên ku min dane we, wana hîn kin û binixumînin”. Îsa soz da wan: “Bizanibin, wekî ezê timê tevî we bim”.

Îsa paşî saxbûînê 40 roja bi seda şagirtara eyan dibû, çawa Celîlêda usa jî Orşelîmêda. Ewî tiştên ferz wana hîn kir û gelek keremet kir. Cara paşin Îsa ser Çiyayê Zeytûnê rastî şagirtên xwe hat. Ewî gote wan: “Ji Orşelîmê neçin. Berdewam kin hîviya wê yekê bin, çi ku Bav soz daye we”.

Şagirta fem nekirin, derheqa çi ew dibêje û ji wî pirsîn: “Niha tuyê bibî Padşê Îsraêlê?” Îsa caba wan da û got: “Yehowa hesab dike, wekî ew wede hê nehatiye, wekî ez bibime Padşa. Zûtirekê hûnê qewata ruhê pîroz bistînin û bibine şedên min. Herine Orşelîmê, Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê şedetiyê bidin”.

Paşî Îsa vegeriya ezmana, û ewr ew ji ber çevê wan veşart. Şagirt sekinîbûn û jor dinihêrîn, lê Îsa îda nedihate kifşê.

Şagirt ji Çiyayê Zeytûnê peya bûn û çûne Orşelîmê. Ewana hertim malekêda, otaxa jorinda top dibûn, dua dikirin û hîviya rêberiya Îsa bûn.

“Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).