Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 94

Şagirt Ruhê Pîroz Distînin

Şagirt Ruhê Pîroz Distînin

Deh roj paşî wê yekê ça Îsa çû ser ezmana, şagirtên wî ruhê pîroz standin. Ew yek qewimî Roja Pênciyê Hesabê, sala 33 D.M., gelek meriv ji cûre-cûre ciya hatine Orşelîmê. Malekêda, otaxa jorinda 120 şagirtên Îsa top bibûn. Nişkêva tiştekî ecêbmayî qewimî. Ser serê her şagirtekî tiştek mîna agir vêket û ewana ser cûre-cûre zimana destpêkirin xeber din. Nişkêva deng hat, tê bêjî bakî qewî wê otaxêda rabû.

Ew meriv, yên ku ji ciyên din hatibûne Orşelîmê, ew deng bihîstin û revîn berbi wê malê, wekî pêbihesin wêderê çi qewimî. Ewana gelek zendegirtî man çaxê dîtin, wekî şagirt ser cûre-cûre zimana xeber didin. Wana got: “Ew meriv ji Celîlê ne. Çawa ewana dikarin ser zimanê me xeber din?”

Petrûs û şagirtên din ber wan meriva sekinîn. Petrûs gote wan, wekî Îsa hatibû kuştinê, lê Yehowa wî ji mirinê rakir. Petrûs got: “Niha Îsa ser ezmana ye û kêleka Xwedê, aliyê rastê rûniştiye û çawa ewî soz dabû, wekî wê ruhê pîroz bide me, ewî usa jî kir. Lema jî niha hûn wê keremetê divînin”.

Xeberên Petrûs gelek ser cimetê hukum kirin û wana ji wî pirsî: “Çi em gerekê bikin?” Petrûs gote wan: “Gunê xwe bidine rûyê xwe û bi navê Îsa werine nixumandinê. Wî çaxî hûnê jî ruhê pîroz bistînin”. Wê rojê 3 000 meriv hatine nixumandinê. Ji wî çaxî Orşelîmêda şagirt zêde û zêde dibûn. Pê qewata ruhê pîroz şagirta gelek civat saz kirin, seva ku meriva temiyên Îsa hîn kin.

“Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê ew ji nava miriya rakiriye, tê xilaz bî” (Romayî 10:9).