Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 96

Îsa Şawûl Dijbêre

Îsa Şawûl Dijbêre

Şawûl bajarvanê Romê bû, ew Tarsûsêda hatibû bûyînê. Ew Fêrisî bû û Qanûna Cihûya rind zanibû, ewî Mesîhiya nefret dikir. Ew dikete malên Mesîhiya, wana digirt û davîte kelê. Carekê Şawûl sekinîbû û dinihêrî ça cimeta hêrs pê kevira Steyfan dikuştin.

Lê Şawûl ne tenê Orşelîmêda pey Mesîhiya diket. Şawûl gote serekkahîn, wekî îzinê bide wî here şeherê Şamê û wêderê jî Mesîhiya bide girtinê. Gava Şawûl nêzîkî şeher dibû, nişkêva ronkaya ji ezmên dora wî şewq da û ew erdê ket. Ewî deng bihîst ku gote wî: “Şawûl, çima tu pey min ketî?” Şawûl got: “Tu kê yî?” Ewî got: “Ez Îsa me. Here Şamê û tuyê pêbihesî çi gerekê bikî”. Wê demê Şawûl kor bû, merivên ku tevî wî bûn milê wî girtin û birine şeher.

Şamêda Mesîhîkî amin dima, navê kîjanî Hananiya bû. Îsa xewn-xeyalêda gote wî: “Here kûça ku jêra Rast dibêjin, mala Cihûdada, bona Şawûl bipirse”. Hananiya got: “Xudan, ez hemû tiştî derheqa wî merivî zanim! Ew pey şagirtên te dikeve û wana dike kelê”. Lê Îsa got: “Here cem wî. Min Şawûl jibartiye, wekî ew mizgîniya xêrê nava gelek miletada bela ke”.

Hananiya çû pey Şawûl û gava wî dît, gotê: “Şawûl, birê min, Îsa min şand, wekî tu bikaribî dîsa bivînî”. Hema wê demê çevê Şawûl vebûn. Ewî destpêkir derheqa Îsa zanebûnê bistîne û bû şagirtê wî. Ew hate nixumandinê çawa Mesîhî û kinîştada tevî Mesîhiyên din rastiyê hîn dikir. Bide hesabê xwe, merivên Cihû çiqas ecêbmayî diman, çaxê didîtin, wekî Şawûl derheqa Îsa cimetê hîn dike! Wana digot: “Gelo ew ne ew meriv e, kîjan pey şagirtên Îsa diket?”

Şawûl weke sê sala şeherê Şamêda xizmet dikir. Cihûya Şawûl nefret dikirin û hev dişêwirîn ça wî bikujin. Şagirt derheqa wê yekê pêhesiyan û alî Şawûl kirin, wekî ew xilaz be. Dîwarê dora şeherda qul hebû, wana wî kirine sevetê û wê qulêra daxistin.

Çaxê Şawûl hate Orşelîmê, ewî dixwest rastî birên wêderê bê. Lê ewana gelek wî ditirsiyan. Lema şagirtekî rem bi navê Barnabas, tevî Şawûl hate bal şagirta û wana da bawerkirinê, wekî Şawûl hatiye guhastinê. Şawûl tevî civata Orşelîmê destpêkir bi xîret mizgîniya xêrê bela ke. Wede şûnda wî nas dikirin çawa Pawlos.

“Mesîh Îsa hate dinê, gunekara xilaz bike, serê kîjana ez im” (1 Tîmotêyo 1:15).