Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 99

Nobedarê Kelê Rastiyê Qebûl Dike

Nobedarê Kelê Rastiyê Qebûl Dike

Şeherê Fîlîpyayêda keçikeke xulam dijît, ya ku cin ketibûyê. Ewê keçikê koçektî dikir, û bi wê yekê xweyê xwera gelek pere çêdikir. Gava Pawlos û Sîlas hatine Fîlîpyayê, ew keçik gelek roj pey wan diçû. Cin zorê wê dikir, wekî ew bike qare-qar: “Ev meriv xulamê Xwedêyê Herî Jorin in”. Axiriyê Pawlos gote cin: “Bi navê Îsa Mesîh fermanê didime te, ji wê keçikê derê!” Û pêra-pêra cin ji wê derket.

Xweyên wê keçikê fem kirin, wekî ewê îda nikaribe pera wanara çêke û lema jî gelek hêrs ketin. Wana Pawlos û Sîlas girtin, birine bal serwêrên şeher û gotin: “Ew mêr pêşberî qanûna dertên û şeherê me tevîhev dikin!” Serwêra ferman dan, wekî Pawlos û Sîlas bidine ber şiva û paşê bavêjine kelê. Nobedarê kelê wana avîte ciyê lapî kûr û terî, û nigê wan qeydada şidand.

Wêderê Pawlos û Sîlas bi dil Xwedêra distiran, girtiyên din jî guh didane wan. Nişkêva, nîvê şevê, erd qayîm hejiya. Ji bo wê yekê derên kelê vebûn, zincîr û qeyd ji dest-nigê girtiya ketin. Nobedar revî ciyê wan û dît, wekî derên kelê vekirî ne. Ewî tirê hemû girtî revîne û şûrê xwe kişand, wekî xwe bikuje.

Hema wê demê Pawlos kire gazî: “Ziyanê nede xwe! Em hemû jî vira ne!” Nobedar kete hindur û xwe avîte ber nigê Pawlos û Sîlas. Ewî wana pirsî: “Ez çi gerekê bikim, wekî xilaz bim?” Wana gote wî: “Tu û neferên te gerekê baweriya xwe Îsa bînin û hûnê xilaz bin”. Paşî wê yekê Pawlos û Sîlas xeberên Yehowa wanara gilî kirin, nobedar tevî hemû neferên xwe rastî qebûl kirin û hatine nixumandinê.

“Wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kinîşta û bikine kela. Bona navê min wê we bibine ber padşa û weliya. Evê wera bibe menî, ku hûn bona min şedetiyê bidin” (Lûqa 21:12, 13).