Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 100

Pawlos û Tîmotêyo

Pawlos û Tîmotêyo

Tîmotêyo birakî cahil bû, ji civata şeherê Lîstrayê. Bavê wî Yûnan bû, lê diya wî Cihû bû. Diya wî Eynika û pîrka wî Loyîsa, derheqa Yehowa Tîmotêyo zarotiya wîda hîn dikirin.

Gava Pawlos wedê rêwîtiya xweye duda Lîstrayêda bû, ewî dît, wekî Tîmotêyo bi dil û can xûşk-bira hiz dike û bi ruhê hazirbûnê alî wan dike. Pawlos Tîmotêyo teglîf kir, wekî tevî wî rêwîtiyê bike. Wî wedeyî Pawlos Tîmotêyo hîn dikir, wekî bibe xizmetkarekî baş û dersdarê mizgîniya xêrê.

Hemû ciya kîderê Pawlos û Tîmotêyo diçûn, ruhê pîroz rêberiya wan dikir. Şevekê, xewn-xeyalêda mêrekî gote Pawlos, wekî bê Makedonyayê û alî wan bike. Lema Pawlos, Tîmotêyo, Sîlas û Lûqa çûn, wekî wêderê xizmet kin û civata saz kin.

Welatê Makedonyayêda şeherê Têsalonîkîda, gelek mêr û kulfet bûne Mesîhî. Lê hine Cihûya hevsûdî Pawlos û hevalên wî dikirin. Lema jî wana cimet miqabilî wan rakirin û wan kaşî bal serwêra kirin, û bi qare-qar gotin: “Ew meriv dijminê serwêrê Romê ne!” Emirê Pawlos û Tîmotêyo kete bin qeziyê, lema jî ewana şev revîn şeherê Beroyayê.

Beroyayêda cimetê mizgîniya xêrê bi dil û can qebûl kirin û çawa Yûnanî usa jî Cihû bûne bawermend. Paşî wê yekê çend Cihû ji Têsalonîkî hatine wêderê û çetinayî pêşda anîn, lema jî Pawlos çû şeherê Atînayê. Lê Tîmotêyo û Sîlas Beroyayêda man, wekî bira qewî kin. Wede şûnda, Pawlos Tîmotêyo paşda şande Têsalonîkiyê, seva ku wêderê alî bira bike, wekî ewana peyketinada amin bimînin. Paşê Pawlos Tîmotêyo dişande cûre-cûre civata, wekî ew teseliya bira bike û hêlanê bide wan.

Pawlos gote Tîmotêyo: “Her kes, kê dixwaze Yehowara xizmet ke, wê rastî peyketina bê”. Axiriyê Tîmoyêyo jî seva baweriya xwe rastî peyketina hat û wî kirine kelê. Lê yeke ew şa dibû, çimkî bi wê yekê ewî aminiya xwe Yehowara îzbat kir.

Pawlos Fîlîpyara got: “Ez Tîmotêyo dişînim bal we. Ewê alî we bike, wekî hûn fem kin, çi tê hesabê rastiyêda bimeşin, û wê we hîn ke, wekî hûn hê rind xizmet kin”. Pawlos zanibû ,wekî ew dikare îtbariya xwe Tîmotêyo bîne. Û ewana gelek sal hevalxizmetkarên gelek baş bûn.

“Ez dilê xwera yekî mîna wî nabînim, ku bona halê we mîna pêşewitîkî xem bixwe. Çimkî yêd mayîn her kes li pey kara xwe ketiye, ne ku ya Îsa Mesîh” (Fîlîpî 2:20, 21).