Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 101

Pawlos Dişînin Romê

Pawlos Dişînin Romê

Rêwîtiya Pawlose sisiya, Orşelîmêda xilaz bû. Wêderê wî girtin û kirine kelê. Şevekê xewn-xeyalêda Îsa gote wî: “Tu gerekê herî Romê û wêderê xizmet kî”. Pawlos ji Orşelîmê birine Qeyseryayê, wêderê ew du sala kelêda rûnişt. Gava dîwana wî dikirin, Pawlos Fêsto serwêrra got: “Bira Qeyser Romêda dîwana min bike”. Fêsto gotê: “Dixwazî Qeyser dîwana te bike, emê te bişînin bal Qeyser”. Pawlos kirine gemiyê û şandine Romê. Du Mesîhî, Lûqa û Erîstarxo jî tevî wî çûn.

Berêda, firtoneke qayîm rabû, û gelek roj berdewam dibû. Gişk difikirîn, wekî wê bimirin. Lê Pawlos gote wan: “Melek xewnêda gote min: ‘Pawlos, netirse, tuyê bigihîjî Romê, û yên ku tevî te gemiyêda nin, ewê jî xilaz bin’. Mêrxas bin! Emê nemirin”.

Firtone 14 roja kişand. Axiriyê erd hate kifşê. Ew girava Malta bû. Pêlên berê gemiyê xist û gemî hûrdexweşî bû. Lê ew 276 meriv bê ziyan gihîştine devê berê. Ewên ku nikaribûn xwe avê xin, xwe darên gemyêva digirtin û berbi giravê diçûn. Merivên girava Maltayê gelek dilgerm wana qebûl kirin û kuçik wanara vêxistin, wekî ewana germ bin.

Sê meha şûnda, eskera Pawlos pê gemîke din birine Romê. Romêda bira hîviya Pawlos bûn. Gava Pawlos çev wana ket, ew gelek ji Yehowa razî bû û bi mêrxasiyê tije bû. Rast e Pawlos girtî bû, lê îzin dabûne wî, wekî malekêda bijî, kîderê eskerekî nobedariya wî dikir. Ew du sala wêderê ma. Çaxê meriv dihatin teseliya wî bikin, ewî derheqa Padşatiya Xwedê û Îsa Mesîh wanara gilî dikir. Usa jî ewî civatên Asya Biçûk û yên Cihûstanêra, neme dinivîsîn. Bi saya Pawlos, Yehowa mizgîniya xêrê hemû miletara bela kir.

“Her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kifşê, çawa qulixkarêd Xwedê: Telî-tengiyada, hêsîrî-belengaziya û derd-kulada” (2 Korintî 6:4).