Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pêşxebera Para 2

Pêşxebera Para 2

Gelo çira wedê Nuh, Xwedê pê sêlavê dinya kuta kir? Çimkî ji destpêka însanetê dijminatî kete orta qenciyê û xirabiyê. Hineka xwe xirabiyê girtin, mesele Adem, Hêwa û kurê wan Qayîn. Lê hebûn yên usa, kê xwe qenciyê girtin, mesele Habîl û Nuh. Heçî zef ji meriva gelek xirab bûn, lema jî Yehowa safî kir ew dinya zulm kuta ke. Ev par wê alî me bike pêbihesin, wekî Yehowa divîne em kîjan alî dijbêrin û ewê tu car nehêle, wekî xirabî ser qenciyê keve.

VÊ PARÊDA

DERSA 3

Adem û Hêwayê Gura Xwedê Nekirin

Çida cude dibû baxekî nava baxçê Êdênêda? Çira Hêwa êmîşa ji baxê xwar?

DERSA 4

Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne

Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, lê ya Qayîn na. Gava Qayîn ew yek dît, ew gelek hêrs ket û kirên zulm kir.

DERSA 5

Gemiya Nuh

Gava melek zewicîn ser wan jina yê ku ser erdê dijîtin, zarên zulm û terikî wanara hatine bûyînê. Zulmî her ciya bela bibû. Lê Nuh ji her kesa cude dibû, ew Xwedê hiz dikir û gura wî dikir.

DERSA 6

Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn

Baran 40 roj û 40 şev dibarî. Nuh û malbeta wî salek zêdetir gemiyêda bûn. Paşê Yehowa gote wan, wekî ewana dikarin ji gemiyê derên.