Pêşxebera Para 3
Çawa em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, paşî Sêlavê hine meriv Yehowara xizmet dikirin. Yek ji wan Birahîm bû, ser kîjanî hate gotinê dostê Yehowa. Lê gelo çima? Hergê zarên we hene, alî wan bikin, wekî ewana bivînin, ku Yehowa dîna xwe dide ser wan û dixwaze alî wan bike, çawa ewî alî Birahîm, Lût, Aqûb û merivên din dikir. Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê hemû sozên xwe bîne sêrî.
VÊ PARÊDA
DERSA 7
Birca Babîlonê
Hine meriv safî kirin xwera şeher ava kin û navda birceke usa ava kin, ku bigihîje ezmana. Çira Xwedê nişkêva usa kir, wekî ewana destpêkirin xeber din ser cûre-cûre zimanên din?
DERSA 8
Birahîm û Serayê Gura Xwedê Kirin
Çira Birahîm û Serayê emirê xweyî baş guhastin, ser emirê koçiber, erdê Kenanêda?
DERSA 9
Kurê Hizret!
Çawa Xwedê, anî sêrî ew sozê ku dabû Birahîm? Piştî Îshaq, yan piştî Îsmayîl ew soz gerekê bihata sêrî?
DERSA 10
Jina Lût Bînin Bîra Xwe
Xwedê agir û kirkût ji ezman anî xwarê ser Sodom û Gomorayê. Çira ew şeher hate qirkirinê? Çira em gerekê jina Lût bînin bîra xwe?
DERSA 11
Cêribandina Baweriyê
Xwedê gote Birahîm: “Ji kerema xwe, kurê xweyî tayê tenê hilde bive şeherê Morîyayê, û ser çiyayekî wêderê kurê xwe bike qurban”. Çawa baweriya Birahîm hate cêribandinê?
DERSA 12
Mal û Milk Gihîşte Aqûb
Îshaq û Rêvêkara du kurên cêwî bûn, navê wan Esaw û Aqûb bû. Ji bo wê yekê, ku Esaw kurê pêşiyê bû ew gerekê hebûna bav bistanda. Seva tasa şorbê, çira ewî hebûna bav firote birê xwe?
DERSA 13
Aqûb û Esaw Hev Hatin
Çawa Aqûb ji melek keremê stand? Û çawa ewî edilayî tevî Esaw xwey kir