Pêşxebera Para 4
Vê parêda emê nasiya xwe bidine Ûsiv, Îbo, Mûsa û Îsraêlên din. Ewana gişk jî ji Şeytan hatine cêribandinê. Emê usa jî pêbihesin ça hinek ji wan rastî nerastiyê hatin, hineka avîtine kelê, dibirine dîltiyê û hela hê dikuştin jî. Her wan derecada Yehowa dîsa jî alî wan dikir. Hergê zarên we hene alî wan bikin, wekî ewana fem kin, ku çawa xizmetkarên Yehowa wedê berê çetinayên lapî giranda jî baweriya xwe unda nekirin.
Gava Yehowa dehe bela anî ser Misiriya, bi wê yekê ewî da kifşê, wekî ji hemû xudanên wan qewattir e. Zarara bide kifşê, ku çawa Yehowa berê alî cimeta xwe dikir û çawa îro alî cimeta xwe dike.
VÊ PARÊDA
DERSA 14
Dîlê ku Xwedêra Amin ma
Ûsiv dikir ew çi ku rast e, lê dîsa jî rastî çetinaya dihat. Gelo çira?
DERSA 15
Yehowa Ûsiv Bîr Nekir
Rast e Ûsiv dûrî malbeta xwe bû, lê Xwedê vîra dida kifşê, wekî tevî wî ye
DERSA 19
Sê Belayên Pêşiyê
Ji bo babaxiya xwe Firewin û cimeta wî gelek çerçirîn, çimkî Firewin nedixwest xwestina Xwedê qebûl ke
DERSA 22
Keremet Ber Bera Sor
Deh bela hate serê Firewin, lê gelo ew hate xweykirin ji keremeta Xwedê ya ku ber Bera Sor bû?