Pêşxebera Para 5
Çaxê Îsraêlî Bera Sorra derbaz bûn, duh meh şûnda ewana gihîştine Çiyayê Sînayê. Wêderê Yehowa peyman tevî Îsraêliya girêda, wekî ewana bibine cimeta wîye mexsûs. Ewî wana xwey dikir û hemû tişt bona wan dikir, çi ku wanara lazim bû. Mesele, mana da wan, kincê wan nedipizirîn, û wan kire ciyê bêxof. Hergê zarên we hene, alî wan bikin, wekî ewana fem kin, ku çira Yehowa qanûn û konê pîroz da Îsraêliya, û kahîn kifş kirin. Dîna zara bidine ser wê yekê, wekî çiqas ferz e em xweyê sozê xwe bin, milûk bin û timê Yehowara amin bin.
VÊ PARÊDA
DERSA 27
Ewana Miqabilî Yehowa Derketin
Qorax, Datan, Abîram, û 250 merên din hilnedan hesab tiştekî ferz derheqa Yehowa.