Pêşxebera Para 6
Çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, konê pîroz bû ciyê xizmetkirina rast. Kahîn cimet hîn dikirin, wekî Qanûnê xwey kin, lê hakima rêberî didane wan. Vê parêda, wê bê kifşê, wekî çawa safîkirinên meye şexsî dikare ser yên din hukum kin. Bal hemû Îsraêliya hebû cabdarî, çawa hindava Yehowa, usa jî hindava yên din. Bide kifşê çawa Debora, Nahomî, Yeşû, Hanna, qîza Yeftah û Samûyêl ser merivên din hukum dikirin. Mesele, merivên usa jî hebûn, ça Rexab, Rût, Yaêl û cimeta Gîboniya, yên ku Îsraêlî nîbûn, lê yeke piştgiriya Îsraêliya dikirin, çimkî zanibûn, wekî Xwedê tevî wan e.
VÊ PARÊDA
DERSA 30
Rexab Cesûsa Vedişêre
Dîwarên Erîhayê hûrdexweşî bûn. Rast e, dîwarê Erîhayê û dîwarê mala Rexabê yek bû, lê yekê dîwarê mala wê hûrdexweşî nebû.
DERSA 31
Yêşû û Cimeta Gîbonî
Yêşû ji Yehowa lava kir û got: “Bira ro neçe ava!” Gelo Xwedê xwestina wî anî sêrî?
DERSA 32
Rêberê Teze û du Kulfetên Mêrxas
Paşî mirina Yêşû, Îsraêlî destpêkirin serê xwe ber pûta daynin. Emirê wan çetin bû, lê alîkarî hat ji Barak, Debora û Yaêl!
DERSA 33
Rût û Nahomî
Du jin, mêrên kîjanî mirin, vegeriyane Îsraêlê. Jinek, bi navê Rût, simbila zeviyda top dikir û wêderê Bowaz, lê dît.
DERSA 34
Gîdeyon Midyana Alt Dike
Gava Midyana emirê Îsraêliya xirab kirin, ewana destpêkirin Yehowa lava kin, wekî alî wan bike. Çawa hine eskerên Gîdeyon karibûn 135 000 eskerên dijmina alt kin?
DERSA 35
Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe
Elkana tevî Hanna, Pênîna û zarên xwe diçe Şîlo, wekî konê pîrozda xizmet kin. Wêderê Hanna dua dikir, wekî jêra kur bibe. Salek şûnda jêra Samûyêl bû!
DERSA 37
Yehowa Tevî Samûyêl Xeber Dide
Du kurê Serekkahîn Elî konda xizmet dikirin ça kahîn. Ewana guh nedidane qanûnê Xwedê. Samûyêlê bçûk ji wana cude dibû. Êwarekî Yehowa tevî Samûyêl xeber da.
DERSA 38
Yehowa Qewatê Dide Şimşon
Xwedê qewat da Şimşon, wekî pêşberî Filistiya şer bike, lê gava Şimşon safîkirina nerast kir Filistiya wî girtin