Pêşxebera Para 7
Vê parêda emê pêbihesin derheqa wan serhatiya, kîjan ku nava 80 salada qewimî ne. Ew wê derheqa wî wedeyî be, kengê Şawûl û Dawid Padşatiyê dikirin. Serê-sêrîda Şawûl merivekî milûk bû û tirsa Xwedê dilê wîda bû, lê wedekî kinda ew hate guhastinê û nedixwest guh bide rêberiya Yehowa. Lema jî Yehowa wî înkar kir û gote Samûyêl, wekî Dawid kifş ke ça padşê teze Îsraêlêda. Şawûl destpêkir hevsûdiyê bike û lema jî mecal digeriya, wekî Dawid bikuje. Lê seva wê yekê Dawid wî nefret nedikir. Yonatan, kurê Şawûl, hindava Dawid amin bû, çimkî zanibû, wekî Yehowa wî jibartiye. Dawid çend gunê giran kir, lê dîsa jî temiyên Yehowa înkar nedikir. Hergê zarên we hene, alî wan bikin fem kin, wekî gelek ferz e gura wan bikin, yên ku ji Yehowa hatine jibartinê.
VÊ PARÊDA
DERSA 39
Padşê Pêşin Îsraêlêda
Xwedê hakima kifş kir bona Îsraêliya, lê wana xwest wekî padşê wan hebe. Samûyêl serê Şawûl rûn kir û wî kifş kir ça padşê pêşiyê, lê wede şûnda Yehowa Şawûl înkar kir. Gelo çira?
DERSA 40
Dawid û Golyat
Yehowa dijbêre Dawid, seva bibe padşê din Îsraêlêda, û Dawid nîşan kir ku çira ew jibartina baş bû