Pêşxebera Para 8
Yehowa bîlanî û fereset da Silêman, wekî paristgehê ava ke, lê hêdî-hêdî ew dûrî Yehowa ket. Hergê zarên we hene wanara şirovekin, wekî hema ewan meriva, yên ku serê xwe ber pûta datanîn, Silêman ji Xwedê dûr xistin. Padşatî bû du para û padşên xirab usa kirin, wekî cimet bawerî û riya rast hîştin, û destpêkirin serê xwe ber pûta daynin. Wî çaxî gelek pêxemberên ku Yehowara amin bûn, rastî peyketina dihatin û dihatine kuştinê. Jin-padşa Îzabêlê, padşatiya bakurê kire nava pûtparistiyê, çi ku ji raberîbûnê xirabtir bû. Terîxiya Îsraêliyada ew zemanên lape xirab bûn. Lê nava Îsraêliyada hela hê hebûn merivên usa, yên ku Yehowara amin bûn, yek ji wan ew Yehoşefat Padşa û Êlyas pêxember bû.
VÊ PARÊDA
DERSA 49
Jin Padşe ya Zulm Hate Cezakirinê
Îzabêl usa kir, wekî mêrê bi navê Nabot bê kuştinê, seva wê yekê ku rezên tiriyê wî xwera hilde! Zulmiya wê û xirabiya wê ber çevê Yehowa nehate veşartinê.
DERSA 50
Yehowa Yehoşefat Xilaz Dike
Kengê miletê Cihûda orta welatê dijminada bûn Yehoşefat Padşê baş, Yehowara dua dikir.