Pêşxebera Para 9
Vê parêda emê pêbihesin derheqa keçikeke biçûk, pêxembera û padşa, yên ku aminî hindava Yehowa didane kifşê. Sûryayêda keçikeke biçûk hebû û ew bawer bû, wekî pêxemberê Yehowa, dikare Neman qenc ke. Êlîşa pêxember bi temamî bawer dikir, wekî Yehowa dikare wî ji eskerên dijmina xwey ke. Serekkahîn Yehoyad emirê xwe kire bin qeziyê, wekî Yoaşê biçûk ji destê pîrika wî, Atalya xilaz ke. Hizqiya Padşa bawer dikir, wekî Yehowa dikare Orşelîmê xilaz ke, lema jî ew qewî bû û xwe sist nedikir, gava Aşûr pêşberî wan derketin. Yoşiya Padşa erd ji pûtparistiyê temiz kir, paristgeh serîda ava kir û cimet vegerande hebandina rast.
VÊ PARÊDA
DERSA 51
Seresker û Keçika Biçûk
Keçika Îsraêlî xanima xwera dibêje derheqa qewata Yehowa û axiriya keremetên wî
DERSA 52
Ordiya Yehowaye Agir
Çawa xulamê Êlîşa karibû bivîne, wekî ewana diha zêdene ne ku eskerên dijminên wan.
DERSA 54
Yehowa Sebir da Kifşê Hindava Ûnis
Çawa pêxemberê Xwedê kete zikê mesiya mezin? Çawa ew derket ji zikê mesî? Çi cûre ders Yehowa da Ûnis?
DERSA 55
Melekê Yehowa Hizqiya Xwey kir
Dijminê cimeta Cihûya got, wekî Yehowa wê cimeta xwe xweyî neke, lê ew yek nerast bû!
DERESA 56
Yoşiya Qanûnê Xwedê Hiz Dikir
Yoşiya heyşt salî bû kengê destpêkir padşatiyê bike, û ewî alî cimetê dikir Yehowara xizmet kin.