Pêşxebera Para 10
Yehowa Padşê hemdinyayê ye. Her tişt bin kontrola wîda ne û timê wê usa be. Mesele, Yehowa Yêremya ji çelê xilaz kir, wekî ew nemire. Ewî Şedrak, Meşak û Abednego ji agir xilaz kir, lê Daniyêl ji devê şêra. Yehowa usa jî Ester xwey kir, wekî ew cimeta wî xilaz ke. Yehowa wê îzinê nede, wekî zulmî timê hebe. Pêxembertiyên derheqa heykel û baxa birî dide kifşê, wekî Padşatiya Xwedê wê zûtirekê hemû zulmî kuta ke û ser temamiya erdê serwêrtiyê bike.
VÊ PARÊDA
DERSA 57
Yehowa Yêremya Şande Xizmetiyê
Rûspiyên Cihûdayê gelek hêrs ketin ji bo wê yekê, çi ku Yêremya got
DERSA 58
Wêrankirina Orşelîmê
Cimeta Cihûda berdewam dikirin serê xwe ber xudanên qelip daynin, lema jî Yehowa pişta xwe da wan.
DERSA 59
Çar Xort Yên ku Yehowara Amin man
Cahilên Cihûdayê bi dil safî kirin, hela hê padşatiya Babîlonêda jî Yehowara amin bimînin
DERSA 61
Ewana Neketine Ser Çoka
Şedrak, Meşak û Abednego înkar dikin bikevine ser çoka ber heykela zêr, kîjan padşê Babîlonê çêkir.
DERSA 67
Dîwarê Orşelîmê
Nehemiya pêhesiya, wekî dijminên wan dixwazin hucûmî ser wan kin. Lê gelo ew çira netirsiya?