Pêşxebera Para 12
Îsa meriv hîn dikir derheqa Padşatiya ezmana. Ewî usa jî wana hîn dikir dua bikin, bona navê Xwedê pîroz be, Padşatiya wî bê, û qirara wî ser erdê bê sêrî. Hergê zarên we hene, wanara şirovekin ew dua çi tê hesabê û çira ew bona me ferz e. Îsa îzin neda Şeytan, wekî aminiya wî sist ke. Îsa şagirt jibartin, yên ku axiriyê kifşkirina mexsûs Padşatiyêda standin. Dîna xwe bidine ser xîreta Îsa hindava hebandina rast. Îsa dixwest alî meriya bike, lema jî yên nexweş qenc dikir, birçî têr dikir û mirî sax dikir. Bi wan hemû keremeta Îsa nîşan kir, wekî Padşatiya Xwedê wê seva însanetê çi bike.
VÊ PARÊDA
DERSA 75
Mîrê-cina Îsa Dicêribîne
Mîrê-cin sê cara Îsa dicêribîne. Ew sê cêribanidin çi cûreyî bûn? Çawa Îsa xwe da kifşê?
DERSA 76
Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana Dide
Çira Îsa pê qamçî heywana ji paristgehê derdixe û textê wan kê pere diguhêze veldigerîne?
DERSA 77
Kulfet Ber Bîra Avê
Çira kulfeta Samerî ecêbmayî ma, kengê Îsa ber bîra Aqûb xeberdanê tevî wê destpêkir? Çi bû ew tişt, çi ku Îsa gote kulfeta Samerî, lê pêşda tu kesîra negotibû
DERSA 78
Îsa Mizgîniya Padşatiyê Bela Dike
Şagirtên xwera ewî got, wekî bibine nêçîrvanên meriva. Îsa 70 şagirtên xwe hîn dikir, wekî ewana mizgîniya xêrê bela kin.
DERSA 79
Îsa Gelek Keremeta Dike
Meriv dihatine bal Îsa û alîkarî ji wî dixwestin, û ew wana qenc dikir. Ewî hela hê qîzika biçûk ji mirinê rakir.
DERSA 86
Îsa Lazar Sax Dike
Gava Îsa hêsirê Meryemê dît, hêsir çevê wî jî barîn. Lê zûtirek şabûn kete dilê wan.