Pêşxebera Para 14
Mesîhiyên qirna yekê, mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê nav temamiya dinyayêda bela dikirin. Îsa rêberî da wan bona xizmetiyê û bi keremeta usa kir, wekî ewana bikaribin ser cûre-cûre zimana meriya hîn kin. Yehowa mêrxasî û qewat da wan, wekî ewana bikaribin wedê peyketina sebir kin.
Îsa pê xewn-xeyala, Yûhennara rûmeta Yehowa da kifşê. Xewn xeyalên dinda Yûhenna dît, wekî ça Padşatiya Xwedê, Şeytan û hukumtiya wî alt dike. Yûhenna dît, wekî Îsa Padşatiyê dike û 144 000 jibartiyên wî jî kêleka wî bûn. Yûhenna usa jî dît, wekî erd bi temamî bûye cinet û meriv Yehowara, bi yektiyê û edilayê xizmet dikin.
VÊ PARÊDA
DERSA 95
Tu Tişt Nikaribû Wana Bida Sekinandinê
Serokên kahîna, kîjan Îsa dane kuştinê, niha dixwazin xizmetiya şagirtên wî bidine sekinandinê. Lê nikarin ew yek bikin.
DERSA 98
Mesîhîtî Nava Miletada Bela Dibe
Pawlos û heval-ximetkarên wîye mîsîonêr xizmet dikin ciyên dûr.
DERSA 101
Pawlos Dişînin Romê
Hemû rêwîtî gelek xof in, lê tu çetinayî nikarin şagirta bide sekinandinê.
DERSA 103
Bira “Padşatiya Te Bê”
Kitêba Yûhenna, Eyantî, nîşan dike, wekî wê çi guhastin Padşatiya Xwedê, bike ser erdê