KILAM 1
Wesfên Yehowa
(Peyxam 4:11)
-
1. Yehowa Xwedê, tu pir bilind î,
ji te hatine jiyan û ronahî.
Hemû tiştên ku te afirandin
qudreta te rind nîşan dikin.
-
2. Edaleta te bêkêmasî ye,
her qanûna te bi temamî rast e.
Peyva te rêya me ronî dike,
di wê de hîkmet dibiriqe.
-
3. Bi ser de, Xwedê, tu hezkirin î.
Bi comerdî tu bereketê didî.
Wesfên te û navê te yê mezin
emê bi xîret îlan bikin.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 36:9; 145:6-13; Waiz 3:14; Aqûb 1:17)