KILAMA 1
Hunurên Yehowa
(Eyantî 4:11)
-
1. Qewatêda kes wê nagîje te,
Efrandarê me emir te daye me.
Distrên efrîn bona zoraya te,
Wê eyan kin ew qewata te.
-
2. Text ser ezmana heqî te danye,
Qanûnên te rind mera eyan bûne.
Xebera teda timê kifş dibe,
Pir bîlanya te û rastya te.
-
3. Te her tiştên baş pêşkêş daye me,
Boy hizkirinê em gelek razî ne.
Yehowa em timê qirar dikin,
Hunurên te tim rûmet bikin.
(Usa jî binihêre Zeb. 36:9; 145:6-13; Waîz 3:14; Aqûb 1:17).