KILAM 3
Stara Me, Hêza Me Tu yî
(Methelokên Silêman 14:26)
-
1. Yehowa, te hêvî daye me,
rêya me ronî ye.
Bi saya mizgîna xêrê
dilê me şa dibe.
Lê seba zehmetên jiyanê
em car caran sist dibin,
û em şewqa hêviya xwe
êdî rind nabînin.
(DÎSGOTIN)
Ya Xwedê, stara me,
hêza me tu yî.
Bi te em ji dil bawer in.
Em qîmetê didin
xizmeta pîroz,
çimkî em ji te hez dikin.
-
2. Yehowa, dilê me xurt bike,
ruhê xwe bide me.
Di dema tengasiyê de
me teselî bike.
Agirê dilê me gur bike
û cesaretê bide,
ku em navê te yê pîroz
îlan bikin, Xwedê.
(DÎSGOTIN)
Ya Xwedê, stara me,
hêza me tu yî.
Bi te em ji dil bawer in.
Em qîmetê didin
xizmeta pîroz,
çimkî em ji te hez dikin.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 72:13, 14; Mtl. 3:5, 6, 26; Yêr. 17:7)