KILAMA 3
Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye
(Metelok 14:26)
-
1. Yehowa em zef te razî ne,
te da me bawerî.
Xwezil her meriv guh bide
bona wê hewarî.
Wê dinêda gelek çetin e.
Lê bi saya baweryê,
dilê kêda terîstan e
tu bide ronayê.
(LÊWEGERANDIN)
Bawerî, îtbarî û hewara me,
Xwedê em te pir hiz dikin.
Çaxê em hîn dikin tirsa me tune.
Em îtbariya xwe te tînin.
-
2. Çaxê em nav tengasyada bûn,
te alî me dikir.
Dixwazin tu car bîr nekin
qencya te pir mezin.
Ew her tişt me pir qewî dikin.
Agir dilê meda ne,
û bi eşqa dil dixwazin,
Navê te pîroz be.
(LÊWEGERANDIN)
Bawerî, îtbarî û hewara me,
Xwedê em te pir hiz dikin.
Çaxê em hîn dikin tirsa me tune.
Em îtbariya xwe te tînin.
(Usa jî binihêre Zeb. 72:13, 14; Metlk. 3:5, 6, 26; Yêrem. 17:7).