Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 15

Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

(Îbranî 1:6)

  1. 1. Nuxryê Bav rûmet kin,

    Kifşkirî ye ça Padşa.

    Hukumya wî heqî ye,

    Dide mera kerema.

    Ewê navê Yehowa

    Hurmet û rûmet ke.

    Heqiya û rastiya Bav wê

    Bi temam îzbat ke.

    (LÊWEGERANDIN)

    Nuxryê Bav rûmet kin!

    Ew îda bûye Padşa.

    Yehowa hukum da wî,

    Ew e hêjayî pesna.

  2. 2. Nuxryê Bav rûmet kin,

    Bo me daye emrê xwe.

    Vexwar kasa mirinê,

    Û em xilaz bûn ji guna.

    Bûka Îsa hîvyê ye,

    Bi xemleke baha.

    Zewaca wan eyan ke,

    Ku rast e Yehowa.

    (LÊWEGERANDIN)

    Nuxryê Bav rûmet kin!

    Ew îda bûye Padşa.

    Yehowa hukum da wî,

    Ew e hêjayî pesna.

(Usa jî binihêre Zeb. 2:6; 45:3, 4; Eyan. 19:8).