KILAMA 17
“Dixwazim”
-
1. Hizkirin Îsa eyan kir,
Hate ser erdê seva me.
Çawa xulam ew bû
Û xwe înkar kir,
Xebera Xwedê elam kir,
Her kesa Îsa hîn dikir.
Û yên nexweş ew qenc dikir,
Ewî tu cara negot: “Ez nakim”.
Bi dilʼcan digot: “Dixwazim”.
-
2. Xulamê amin Xwedê da,
Bi vê yekê alî me kir.
Û tevî xulam em
Mizgîn bela kin.
Emê bi yektî kar bikin.
Kê rastyê bixwaze nas ke
Û kê nava tengasya ne
Tu alîkarî bide bê gazin,
Bi dil’can bêje: “Dixwazim”.
(Usa jî binihêre Yûhn. 18:37; Efes. 3:19; Fîlî. 2:7).