KILAM 19
Şîva Xudan
-
1. Li şeva çardehê Nîsanê,
bi gelek sedsalan berê,
gelê te, ya Xwedê, serbest bû ji Misrê,
rizgar bû ji koletiyê.
Bi Berxê Cejna Derbasbûnê
vebû rêya xelasiyê.
Mîna vê, Berxê me bi saya xwîna xwe
dide hêvî û azadiyê.
-
2. Ev nan û şeraba li ber me
îro tînin ber çavê me
ku çi qas mezin e
fedakariya te,
qurbana ku Îsa daye.
Em vê Êvara Bîranînê
niha dîsa pîroz dikin.
Fîdyeya Kurê te
wê me azad bike,
ji bo vê em ji dil spas dikin.
-
3. Xwedayê jorîn, em spasdar in
ji bo dilovaniya te.
Bi saya fîdyeyê
te rêya jiyanê
ji bo me hazir kiriye.
Te Îsa Mesîh şand dinyayê
ji bo xêra me hemûyan.
Em pîroz dikin vê şeva bîranînê
bi navgîniya Şîva Xudan.
(Li van ayetan jî binêre: Lûqa 22:14-20; 1. Kor. 11:23-26)