KILAM 22
Bila Daxwaza Xwedê bi Destê Padîşahiyê Bê Cih!
(Peyxam 11:15; 12:10)
-
1. Yehowa tu her hebûyî,
û tuyê her hebî.
Te text daye Îsa Mesîh,
ji bo hezar salî.
Aştî û aramî wê bên
bi destê Padîşahiyê.
(DÎSGOTIN)
Em tim dua dikin:
“Daxwaza te wek li ezmên,
li rûyê erdê jî
bila zû pêk bê, zû pêk bê!”
-
2. Wexta Îblîs hindik maye,
nêzîk e roja te.
Xerabiya vê dinyayê
wê gişt xelas bibe.
Aştî û aramî wê bên
bi destê Padîşahiyê.
(DÎSGOTIN)
Em tim dua dikin:
“Daxwaza te wek li ezmên,
li rûyê erdê jî
bila zû pêk bê, zû pêk bê!”
-
3. Melekên ezmên şa dibin
û pesnê te didin.
Êdî Îblîs û hemû cin
hatine avêtin.
Aştî û aramî wê bên
bi destê Padîşahiyê.
(DÎSGOTIN)
Em tim dua dikin:
“Daxwaza te wek li ezmên,
li rûyê erdê jî
bila zû pêk bê, zû pêk bê!”
(Li van ayetan jî binêre: Dan. 2:34, 35; 2. Kor. 4:18)