Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 24

Werin ser Çiyayê Yehowa

Werin ser Çiyayê Yehowa

(Îşaya 2:2-4)

  1. 1. Serê xwe hilbire,

    Û rind dîna xwe bide.

    Wa ye çyayê Yehowa,

    Ev çyayê pîroz e.

    Yên milûk çawa çem,

    Ber bi vî çyayî dikşin,

    Hevdu teglîf dikin, ku

    Xwedêra xizmet kin.

    Ev wede destpêbû,

    Cimeteke biçûk mezin bû.

    Pêşda çû û baş be,

    Destê Xwedêda ev wê geş be.

    Xwe rya rastyê bigrin,

    Elaleteke mezin.

    Heta dawyê amin bin,

    Dilê Xwedê şa kin.

  2. 2. Îsa temî daye

    Mizgînê em bela kin.

    Seva Padşatya Xwedê

    Her dera tê gotin.

    Ji ezman Padşê me,

    Gazî her kesa dike.

    Emê gura wî bikin,

    Bav qewatê dide.

    Bi şabûn binhêre,

    Cimeta Xwedê zêde dibe.

    Berdewam, xizmet kin,

    Derheqa Padşatyê elam kin.

    Tu bi dengê bilind

    Meryê dilsaxra bêje,

    “Werên berbi Yehowa,

    Ser çyayê wî bijîn”.

(Usa jî binihêre Zeb. 43:3; 99:9; Îşa. 60:22; Kar. Şand. 16:5).