KILAM 28
Dostaniya Yehowa
(Zebûr 15)
-
1. Dostê Xwedê kî ye?
Ew kê qebûl dike?
Kî ye mêvan di konê wî de?
Kî wî rind nas dike?
Yê ku guh dide wî,
yê ku tim dilsoz e,
yê ku ji heq û edaletê
bi rastî hez dike.
-
2. Dostê Xwedê kî ye?
Ew ji kê razî ye?
Kî dilê Xwedê tim şa dike?
Kî nêzîkî wî ye?
Kesê ku dilpak e,
kesê ku dilrast e,
kesê ku Xwedê bilind dike
bi hemû dilê xwe.
-
3. Xwedê, guh bide me,
me jî qebûl bike.
Me biparêze, hêzê bide,
dûrî me nekeve.
Xwedê, her dostê te
pir bextewar dibe.
Bila em jî di konê te de
bibin mêvanên te.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 139:1; 1. Ptr. 5:6, 7)