Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 34

Her Tim Dilrast Bimîne

Her Tim Dilrast Bimîne

(Zebûr 26)

  1. 1. Ey Yehowa, tu min dîwan bike,

    fikir û niyetên min lêkolîn bike.

    Bi dilrastî ez xizmetê dikim,

    bi dilsozî li ser rêya te dimeşim.

    (DÎSGOTIN)

    Xwedayê min, ez dixwazim her tim

    daxwaza te bikim û dilrast bimînim.

  2. 2. Ez rûnanim li ba derewçînan,

    ez dûr disekinim ji koma xeraban.

    Min dûr bixe ji destê xwînxwaran,

    canê min nestîne tevî gunehkaran.

    (DÎSGOTIN)

    Xwedayê min, ez dixwazim her tim

    daxwaza te bikim û dilrast bimînim.

  3. 3. Ji mala te ez çi qas hez dikim,

    ji îbadeta te ez kêfê distînim.

    Bi şev û roj ezê pesnan bidim,

    navê te yê pîroz ezê bilind bikim.

    (DÎSGOTIN)

    Xwedayê min, ez dixwazim her tim

    daxwaza te bikim û dilrast bimînim.

(Li vê ayetê jî binêre: Zeb. 25:2)