KILAM 38
Ewê Me Xurt Bike
(1. Petrûs 5:10)
-
1. Bi saya Yehowa, rêya me ronî ye,
ji tariyê wî em derxistine.
Toximê rastiyê me qebûl kiriye,
ji vê dinyayê em derketine.
Emê pêk bînin daxwaza Xwedê,
ewê me tu car nehêle tenê.
(DÎSGOTIN)
Bi xwîna Îsa Mesîh,
Xwedê em kirîne.
Ji ber vê em êdî
aîdî Xwedê ne.
Ewê me biparêze
û me xwedî bike.
Ewê me xurt bike
û qewetê bide.
-
2. Madem ku Yehowa Kurê xwe yê yekta
şand dinyayê ku ew bibe fîdye,
şik tune ku ewê destê me bigire
û ewê bibe Alîkarê me.
Ew hezkirina me ji bîr nake,
Xwedê wê li me xwedî derkeve.
(DÎSGOTIN)
Bi xwîna Îsa Mesîh,
Xwedê em kirîne.
Ji ber vê em êdî
aîdî Xwedê ne.
Ewê me biparêze
û me xwedî bike.
Ewê me xurt bike
û qewetê bide.
(Li van ayetan jî binêre: Rom. 8:32; 14:8, 9; Îbr. 6:10; 1. Ptr. 2:9)