KILAMA 39
Qazanc kin Navê Qenc cem Yehowa
(Waîz 7:1)
-
1. Dixwazin cem Te navê qenc qazanc kin,
Usa jî gura qanûnê Te bikin.
Hergê temyê Te em emrê xweda xwey kin,
Emê dilê Te timê şa kin.
-
2. Hergê em bibin hevalê vê dinê,
Û navê xwe jî em bilind kin timê,
Emê nebin tu car dostê Teyî helal,
Ne jî bivînin dinya delal.
-
3. Lê tu navê xwe bal Xwedê bilind ke,
Wekî navê te kitêbêda lêke.
Rastiyêda bimeşe, heqyê tu hiz bike,
Navê baş tu car unda neke.
(Usa jî binihêre Destp. 11:4; Metlk. 22:1; Malx. 3:16; Eyan. 20:15).