KILAM 40
Em Aîdî Kê ne?
-
1. Tu aîdî kê yî?
Guhdariya kê dikî?
Yê ku tu jê re xizmet dikî,
axayê te ye bi rastî.
Tu nikarî bibî
xulamê du axayan.
Loma gerek tu qerarê bidî,
ji bo te kî ye Xudan.
-
2. Tu aîdî kê yî?
Xwedayê te kîjan e?
Gelo dilê te bi eslê xwe
bi çi ve girêdayî ye?
Bi rêya Xwedê ve
yan bi vê dinyayê ve?
Guh bide Xwedê, dilsoz bimîne,
ewê te xwedî bike.
-
3. Ez aîdî kê me?
Min êdî qerar daye:
Yehowa Efendiyê min e,
Xwedayê min tenê ew e.
Ezê bi dil û can
pêk bînim daxwaza wî.
Ezê roj bi roj li rêya Xwedê
bimeşim bi dilrastî.
(Li van ayetan jî binêre: Yêşû 24:15; Zeb. 116:14, 18; 2. Tîm. 2:19)