Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 43

Duaya Şikurdariyê

Duaya Şikurdariyê

(Zebûr 95:2)

  1. 1. Yehowa Bavo, em pesnê te didin,

    tu yî Xwedayê me û stara me.

    Ya Reb, kerema te çi qas mezin e,

    em emîn in di bin siya te de.

    Kêmasiyên me bi rastî gelek in,

    me bibexşîne, me efû bike.

    Em şikurdar in ji bona fîdyeyê,

    rehma te dilê me rihet dike.

  2. 2. Qenciya te bêemsal e, Yehowa,

    tu me qebûl dikî wek dostên xwe.

    Em şikurdar in ji bo ruhê pîroz,

    ê ku em her gav distînin ji te.

    Ji bo ku em xizmeta xwe pêk bînin,

    em tim hewceyî desteka te ne.

    Alî me bike, me bielimîne

    û vê duaya me qebûl bike.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 65:2, 4, 11; Flp. 4:6)