Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 43

Duakirin ji Razîbûnê

Duakirin ji Razîbûnê

(Zebûr 95:2)

  1. 1. Xwedê Yehowa, hêja yî pesna,

    Gazî te dikin her gav bi dua.

    Tu timê duayên me dibihêyî,

    Em dixwazin bona me xem bikî.

    Timê şaş dibin em ber çevê te,

    Hîvî dikin tu me bibaxşîne.

    Emrê Îsa te bo me berva da.

    Xwedê, em qayîl in hîn bin ji te.

  2. 2. Bavo, razî ne seva rema te,

    Alî dikî ku em rind nas kin te.

    Tu hîn dikî çawa em xizmet kin,

    Nîşan dikî ça gere amin bin.

    Gelek rind tê kifşê mêrxasiya me,

    Çimkî qewatê distînin ji te.

    Em razî ne, yên milûk hiz dikî,

    Xizmetya me timê qîmet dikî.

(Usa jî binihêre Zeb. 65:2, 4, 11; Fîlî. 4:6).