KILAM 44
Niyaza Kesê Dilteng
(Zebûr 4:1)
-
1. Ya Rebê jorîn, bibihîze
vê duaya min!
Birînên min pir kûr in
û giran e barê min.
Taqeta min nemaye
û ez bêhal ketime.
Ey Bavê min, guh bide min
û alî min bike!
(DÎSGOTIN)
Îmana min xurttir bike,
sebrê bide, min terk neke.
Vî derdê min sivik bike.
Yehowa, min biparêze!
-
2. Wexta ku ez dilteng im
û nizanim çi bikim,
ez serê xwe bi dilnizmî
li ber te xwar dikim.
Xwedayê min, hezkirina te
çi qas mezin e,
ez şa dibim bi saya
ronahiya Peyva te.
(DÎSGOTIN)
Îmana min xurttir bike,
sebrê bide, min terk neke.
Vî derdê min sivik bike.
Yehowa, min biparêze!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 42:6; 119:28; Rom. 8:26; 2. Kor. 4:16; 1. Yûh. 3:20)