Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 45

Fikrên Dilê Min

Fikrên Dilê Min

(Zebûr 19:14)

  1. 1. Bila her fikra dilê min,

    her tiştê ku ez dibêjim,

    li te xweş bê û meqbûl be,

    çimkî ez te dihebînim.

    Gava derdê min giran e

    û ez nikarim rakevim,

    ez te tînim ber çavê xwe

    û tiştên qenc bi bîr tînim.

  2. 2. Fikrên te çi qas bilind in,

    çi xweş û rast e rêya te.

    Her gotina te, ya Xwedê,

    ji zêrê xas hêjatir e.

    Ger ez bala xwe bidimê,

    jiyana min wê xweştir be.

    Ji Peyva te ez hez dikim,

    dilê min pê kêfxweş dibe.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 49:3; 63:6; 139:17, 23; Flp. 4:7, 8; 1. Tîm. 4:15)