Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 47

Roj bi Roj Dua Bike!

Roj bi Roj Dua Bike!

(1. Selanîkî 5:17)

  1. 1. Dilê xwe veke ji Yehowa re,

    ew tim hazir e ku guh bide me.

    Ew dilovan e, ew dostê me ye.

    Vê îmtiyazê qet îhmal neke.

    Roj bi roj dua bike!

  2. 2. Spasiyên xwe ji Xwedê re bêje,

    efû bixwaze û efû bike.

    Îtiraf bike hemû sûcên xwe.

    Em ji axê ne, ew rind dizane.

    Roj bi roj dua bike!

  3. 3. Derdê xwe bêje ji Yehowa re,

    ewê rêberî û hêzê bide.

    Ew Bavê me ye, xema me dixwe,

    nêzîkî me ye, me diparêze.

    Roj bi roj dua bike!

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 65:5; Met. 6:9-13; 26:41; Lûqa 18:1)