KILAM 50
Ez Bûme Aîdî Te
-
1. Rastî û hîkmeta te
ji bo min pir hêja ne.
Tu yî hem Xwedayê min
hem jî Padîşahê min.
-
2. Bila dest û lingên min
ji te re xizmet bikin.
Bila zêr û zîvê min
ji te re feda bibin.
-
3. Ez bûme aîdî te,
Bavo, sonda min ev e.
Xwedê, min qebûl bike,
ez xwe didim destê te.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 40:8; Yûh. 8:29; 2. Kor. 10:5)