Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 58

Li Mirovên Aştîhez Bigere

Li Mirovên Aştîhez Bigere

(Lûqa 10:6)

  1. 1. Wek Îsa Mesîh, em xîret dikin

    ku mizgînê li her derê

    bê rawestin belav bikin.

    Em tim digerin li miyên Xwedê,

    ji sibehê ta êvarê

    em nasekinin.

    Hem mal bi mal hem li sûkê,

    em dibêjin vê xeberê,

    ku êdî pir nêzîk e roja Xwedê.

    (DÎSGOTIN)

    Em dixwazin

    mirovên aştîhez bibînin.

    Îsa Mesîh

    got ku gerek em vêya bikin.

    Ji vî îşî

    em nawestin.

  2. 2. Wext hindik maye, îşê me pir e.

    Bi hezaran, bi milyonan

    mirovên aştîhez hene.

    Ji hezkirinê em diçin ba wan,

    em dixwazin melhem deynin

    ser birînên wan.

    Li bajaran û meydanan,

    bi sebir û bi dil û can,

    em Peyva Yehowa didin mirovan.

    (DÎSGOTIN)

    Em dixwazin

    mirovên aştîhez bibînin.

    Îsa Mesîh

    got ku gerek em vêya bikin.

    Ji vî îşî

    em nawestin.

(Li van ayetan jî binêre: Îşa. 52:7; Met. 28:19, 20; Lûqa 8:1; Rom. 10:10)