KILAM 61
Ey Şahidên Yehowa, Dilxurt Bin!
-
1. Şagirtên Îsa qewî disekinin,
mizgîna Xwedê ew bê tirs belav dikin.
Bi baweriya mîna hesin
ew li dijî Îblîs dilsoz dimînin.
(DÎSGOTIN)
Ey Şahidên Yehowa, her tim dilxurt bin!
Bi îşê Xudan dilxweş û dilşad bibin!
Xwedê soz daye, ewê me xelas bike,
ewê bereketan bibarîne.
-
2. Tu car nekeve ber bayê dinyayê,
ji însanan zêdetir guh bide Xwedê.
Bêleke û paqij bimîne,
bila dinya tu car te nexapîne!
(DÎSGOTIN)
Ey Şahidên Yehowa, her tim dilxurt bin!
Bi îşê Xudan dilxweş û dilşad bibin!
Xwedê soz daye, ewê me xelas bike,
ewê bereketan bibarîne.
-
3. Navê Yehowa hatiye reşkirin,
însan li ser wî gelek derewan dikin.
Gerek her însan bibihîze
ku Xwedê çi qas mezin û pîroz e!
(DÎSGOTIN)
Ey Şahidên Yehowa, her tim dilxurt bin!
Bi îşê Xudan dilxweş û dilşad bibin!
Xwedê soz daye, ewê me xelas bike,
ewê bereketan bibarîne.
(Li van ayetan jî binêre: 2. Mû. 9:16; Flp. 1:7; 2. Tîm. 2:3, 4; Aqûb 1:27)