KILAM 64
Karê Çinînê Dilê Me Xweş Dike
-
1. Wext hatiye ji bo çinînê,
li seranserê dinyayê.
Em hazir in ku vê xebatê
pêk bînin heta dawiyê.
Îsa Mesîh rêberê me ye,
ew emsaleke mezin e.
Ev kar me hem pir serbilind dike
hem jî dilê me xweş dike.
-
2. Ji ber ku em hem ji Yehowa
hem ji însanan hez dikin,
em dev ji vî karî bernadin,
xîreta xwe winda nakin.
Şabûna xizmeta Yehowa
şabûneke bêemsal e.
Eger em xebata xwe pêk bînin,
Xwedê wê ji me razî be.
(Li van ayetan jî binêre: Met. 24:13; 1. Kor. 3:9; 2. Tîm. 4:2)