Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 67

“Peyva Xwedê Bide Bihîstin”

“Peyva Xwedê Bide Bihîstin”

(2. Tîmotêyos 4:2)

  1. 1. Daxwaza Yehowa ev e

    ku xebera xêrê îlan bibe.

    Loma gerek em tim hazir bin

    ku qala Padîşahiyê bikin.

    (DÎSGOTIN)

    Peyva Xwedê

    ji her kesî re bêje!

    Mizgînê

    bi xîret belav bike!

    Hêviyê

    ji dilpakan re bide!

    Xeberê

    îlan bike!

  2. 2. Em xwe dispêrin Yehowa,

    em bernadin vê xebata hêja.

    Gelek kes ji me hez nekin jî,

    em berdewam dikin bi dilsozî.

    (DÎSGOTIN)

    Peyva Xwedê

    ji her kesî re bêje!

    Mizgînê

    bi xîret belav bike!

    Hêviyê

    ji dilpakan re bide!

    Xeberê

    îlan bike!

  3. 3. Em alî însanan dikin

    ku ew gotinên Xwedê fehm bikin

    ji bo ku ew jî xelas bibin

    û pesnê navê Yehowa bidin.

    (DÎSGOTIN)

    Peyva Xwedê

    ji her kesî re bêje!

    Mizgînê

    bi xîret belav bike!

    Hêviyê

    ji dilpakan re bide!

    Xeberê

    îlan bike!

(Li van ayetan jî binêre: Met. 10:7; 24:14; Kar. 10:42; 1. Ptr. 3:15)