KILAM 70
Li Kesên Hêja Bigere
-
1. Îsa Mesîh got ku gerek em çawa
Peyva Xwedê îlan bikin:
‘Gava hûn diçin bajar yan gundekî,
li mirovên hêja bigerin.
Mizgîna xêrê bi dilgermî bidin,
rêya rastiyê nîşan bikin.
Eger ew hêja ne, ewê guh bidin
û kerema Xwedê bibînin.’
-
2. Wexta ku kesek dilê xwe vedike
û guh dide Peyva Xwedê,
ewê xwe serrast bike û bistîne
jiyana heta bi hetayê.
Netirse ku gerek tu çi bibêjî,
Yehowa wê alî te bike.
Cewabeke nerm û şîrîn wê bê şik
dilê kesên hêja bigire.
(Li van ayetan jî binêre: Kar. 13:48; 16:14; Kol. 4:6)