KILAM 71
Em Ordiya Xwedê ne
(Efesî 6:11-14)
-
1. Em ordiya Xwedê ne,
Rêber Îsa ye.
Dijminê me Îblîs e,
şerê me ruhî ye.
Bê tirs em dixebitin
di xizmetê de.
Em mizgînê didin
ji her kesî re.
(DÎSGOTIN)
Em şagirtên Mesîh in,
ordiya Xwedê.
Em tim îlan dikin
Padîşahiyê.
-
2. Em bi xîret digerin
li miyên Îsa,
li kesên ku dixwazin
guh bidin Yehowa.
Mal bi mal em digerin,
em qet nawestin,
çimkî em dixwazin
wan xelas bikin.
(DÎSGOTIN)
Em şagirtên Mesîh in,
ordiya Xwedê.
Em tim îlan dikin
Padîşahiyê.
-
3. Em ordiya Xwedê ne,
em tim hazir in.
Bi saya çekên ruhî
em xurt disekinin.
Ji rêya Îsa Mesîh
em qet şaş nabin.
Emê bi dilsozî
berdewam bikin.
(DÎSGOTIN)
Em şagirtên Mesîh in,
ordiya Xwedê.
Em tim îlan dikin
Padîşahiyê.
(Li van ayetan jî binêre: Flp. 1:7; Flm. 2)