KILAM 72
Em Padîşahiyê Îlan Dikin
-
1. Di tariya dinyayê de
gelek însan winda bûne.
Lê Xwedê bi Peyva xwe
ji me re rê nîşan daye.
Em serbilind û dilxweş in
ku em daxwaza wî dikin.
Roj bi roj, em hewl didin
ku pesnê navê Yehowa bidin.
Em li dilpakan digerin
û mizgînê belav dikin.
Hem mal bi mal hem li sûkê,
em digihînin rastiyê.
Bi dil û can, li her derê,
li seranserê dinyayê,
bi xîret, bê rawestin,
em Padîşahiyê îlan dikin.
(Li van ayetan jî binêre: Yêşû 9:9; Îşa. 24:15; Yûh. 8:12, 32)