KILAMA 72
Rastiya Padşatiyê Eyan kin
(Karên Şandiya 20:20, 21)
-
1. Hebû wede me nizanbû,
Ku rya rastyê ew kîjan bû.
Ronayî Xwedê vekir,
Rastya Padşatyê eyan kir.
Em xwestina Xwedê zanin,
Hukumtya wî qebûl bikin.
Em timê hiz kin Xwedê,
Bira bistîne hurmet, rûmetê.
Mizgîn didin hemû dera,
Erd û ezman bibhên bira.
Li kûçada û mal bi mal,
Li her şeher û her mihal
Em dibêjin hemû merya,
Rastî wê we bike aza,
Ew toxim em biçînin
Heta ku Xwedê bêje: “Xilaz kin”.
(Usa jî binihêre Yêşû 9:9; Îşa. 24:15; Yûhn. 8:12, 32).