KILAM 74
Kilama Padîşahiyê Bibêjin!
(Zebûr 98:1)
-
1. Kilama Padîşahiyê bibêjin,
bi hemû dil pesnê Xwedê bidin.
Gotinên vê kilamê çi qas xweş in,
ew dilê me gelekî şa dikin.
(DÎSGOTIN)
Navê Xwedê bilind bikin,
vê xeberê belav bikin:
Îsa Mesîh li ser text rûniştî ye,
ew êdî bûye Padîşahê me.
-
2. Îsa niha li ezmên hukim dajo,
vêya îlan bikin li her derê.
Birayên wî amade ne ji bo ku
mîras bistînin Padîşahiyê.
(DÎSGOTIN)
Navê Xwedê bilind bikin,
vê xeberê belav bikin:
Îsa Mesîh li ser text rûniştî ye,
ew êdî bûye Padîşahê me.
-
3. Wext hatiye ku her kes bibihîze
kilama Padîşahiya Xwedê.
Ew digihîje dilê nefsbiçûkan,
li guhê wan pir xweş û şîrîn tê.
(DÎSGOTIN)
Navê Xwedê bilind bikin,
vê xeberê belav bikin:
Îsa Mesîh li ser text rûniştî ye,
ew êdî bûye Padîşahê me.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 95:6; 1. Ptr. 2:9, 10; Pey. 12:10)