Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 75

Min Bişîne, ya Xudan!

Min Bişîne, ya Xudan!

(Îşaya 6:8)

  1. 1. Navê Yehowa reş dikin,

    li ser wî derewan dikin.

    Dibêjin ew me nabîne,

    dibêjin sert û zalim e.

    Kî wê pesnê Xwedê bide

    û navê wî paqij bike?

    (DÎSGOTIN 1)

    Ez hazir im ji dil û can

    ku rastiyê bikim îlan.

    Ez hazir im bi soz û peyman,

    min bişîne, ya Xudan!

  2. 2. Xwedayê rastîn nas nakin

    yan jî qedrê wî nagirin.

    Ji xwe re pûtan çêdikin

    yan jî Sezar dihebînin.

    Kî wê wana hişyar bike

    û hukmê Yehowa bêje?

    (DÎSGOTIN 2)

    Ez hazir im ji dil û can

    ku vêya bigihînim wan.

    Ez hazir im bi soz û peyman,

    min bişîne, ya Xudan!

  3. 3. Seba kul û derdên mezin

    gelek kes ax û zar dikin.

    Li vê dinyaya bêeman

    ew mane jar û perîşan.

    Kî wê destê wan bigire

    û wan ji tariyê derxe?

    (DÎSGOTIN 3)

    Ez hazir im ji dil û can

    ku ronahiyê bidim wan.

    Ez hazir im bi soz û peyman,

    min bişîne, ya Xudan!

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 10:4; Hêz. 9:4)