Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 75

“Va me Ez! Min Bişîne!”

“Va me Ez! Min Bişîne!”

(Îşaya 6:8)

  1. 1. Îro merî zulmyê dikin,

    Navê Yehowa reş dikin.

    Gotina wan “Ew bê rem e”,

    Bêfem tirê “Xwedê tune”.

    Kê wê navê wî rûmet ke?

    Kê wê pesnê Xwedê bide?

    (LÊWEGERANDIN 1)

    “Va ez! Bavo, min bişîne.

    Bi dil û can pîroz kim te.

    Ev qedrekî gelek mezin e.

    Va me ez! Min bişîne!”

  2. 2. Merî Xwedê qet natirsin,

    “Xwedê zor nîne” dibêjin.

    Hinek pûta dihebînin,

    Îtbarya xwe Qeyser tînin.

    Lê kê wanara wê bêje,

    “Roja Axretê nêzîk e”?

    (LÊWEGERANDIN 2)

    “Va ez! Bavo, min bişîne.

    Wekî wanara eyan be.

    Ev qedrekî gelek mezin e.

    Va me ez! Min bişîne!”

  3. 3. Meriyên milûk diçerçirin,

    Çimkî zulmî zêde dibin.

    Timê rastiyê ew digerin,

    Wekî tev Xwedê nêzîk bin.

    Lê kê ber dilê wanda bê,

    Wana bîne ser riya rastyê?

    (LÊWEGERANDIN 3)

    “Va ez! Bavo, min bişîne.

    Ku yê helal sax bimîne.

    Ev qedrekî gelek mezin e.

    Va me ez! Min bişîne!”

(Usa jî binihêre Zeb. 10:4; Hezql. 9:4).