Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 76

Ma Tu Dilxweş Nabî?

Ma Tu Dilxweş Nabî?

(Îbranî 13:15)

  1. 1. Ma tu dilxweş nabî

    gava tu xizmet dikî,

    wexta ku tu vî îşî

    bi xîret pêk tînî?

    Her tim dewam bike,

    Xwedê destekê dide.

    Ew dilpakan nas dike,

    qet şika me tune.

    (DÎSGOTIN)

    Bi kêfxweşî û dilşadî,

    bi bawerî û dilxwazî

    em mizgînê belav dikin

    ji bo pesnê Xwedê.

  2. 2. Ma tu dilxweş nabî

    wexta ku tu dibînî

    ku kesekî dilpak tê

    ser rêya rastiyê?

    Hin kes qebûl nakin,

    mizgîna me naxwazin.

    Dîsa jî em nawestin

    û qet nasekinin.

    (DÎSGOTIN)

    Bi kêfxweşî û dilşadî,

    bi bawerî û dilxwazî

    em mizgînê belav dikin

    ji bo pesnê Xwedê.

  3. 3. Ma tu ne dilxweş î,

    ma tu ne serbilind î,

    ku tu Xwedê nas dikî,

    ku tu dostê wî yî?

    Hem bi dilovanî

    hem jî bi zarşîrînî

    roj bi roj li her cihî

    here ba her kesî!

    (DÎSGOTIN)

    Bi kêfxweşî û dilşadî,

    bi bawerî û dilxwazî

    em mizgînê belav dikin

    ji bo pesnê Xwedê.

(Li van ayetan jî binêre: Kar. 13:48; 1. Sel. 2:4; 1. Tîm. 1:11)